SOHR: Tirkiyê karwaneke leskerî ya din derbasî nav erda Sûriyê kir

02 April 2020 19:48 0 dîtin
SOHR: Tirkiyê karwaneke leskerî ya din derbasî nav erda Sûriyê kir

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirkiyê vê sibehê karwaneke din a leşkerî derbasî xaka Sûriyê kir.

SOHRê da zanîn ku bêhtirî 20 wesayîtên leşkerî ji dergeha Kefer Losîn a Lîwaya Skenderon, ber bi herêma Idlibê ku serokên Rûsya û Tirkiyê Putin-Erdogan rêkeftin li ser çêkiribûn ve çûn.

Ji destpêka rêkeftina Moskowê ya 5ê Adarê ve, heta niha 2 hezar û 150 maşîneyên artêşa Tirkiyê derbasî xaka Sûriyê bûne.

Herwiha SOHRê ragihand ku şeva borî jî hêzên rejîma Sûrî deverên Fitêra, Sefohin û Kefer Iweyid ên Cebel El-Zawiye topbaran kirin.