SOHR: Karwaneke leskerî ya tirk a 25 wesayîtan derbasî Idlibê bû

26 May 2020 20:03 0 dîtin
SOHR: Karwaneke leskerî ya tirk a 25 wesayîtan derbasî Idlibê bû

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwaneke leşkerî artêşa Tirkiyê ku ji 25 wesayîtan pêk dihat derbasî baregeha El-Mestûma ya nêzî bajarê Idlibê bûye.

Li gorî SOHRê karwana leşkerên Tirk bi rêya deriyê Kefer Losîn ê li ser sînorê Lîwa Îskenderon derbasî Idlibê ye  û ber bi xala çavdêriyê ya Tirk a li baregeha El-Mestûma ya nêzî bajarê Idlibê ve çûye.

SOHRê da zanîn ku ji 5ê Adarê ve 3 hezar û 460 wesayîtên leşkerî yên tirk û bi hezeran leşkerên wan derbasî Idlibê bûne.