SOHR: Tirkiyê karwaneke din a 20 wesayîtan sand Idlibê

06 July 2020 00:06 0 dîtin
SOHR: Tirkiyê karwaneke din a 20 wesayîtan sand Idlibê

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirkiyê îro 5ê Tîrmehê hêzeke ji 20 wesayîtên leşkerî pêk dihat derbasî herêma Idlibê kir.

 SOHR diyar kir ku bi rêya dergehê Keferlosîn a Lîwaya Îskenderunê karwaneke nû ya artêşa Tirkiyê derbasî Idlibê bû. Karwan ji 20 wesayîtên leşkerî pêk dihat û bi aliyê xalên Tirkiyê yên li herêmê ve çû.

Li gorî amarên SOHRê ji destpêka agirbesta Rûsya-Tirkiyê ya 5ê Adara derbasbûyî ve derdora 4 hezar û 360 wesayîtên leşkerî, di nav de tank û topavêj, bi hezaran leşker derbasî xaka Sûriyê bûne.