Tirkiyê bi sedan wesayîtan hêzên nû sandin sînorê Geverê
PeyamaKurd – Hat ragihandin di çarçoveya operasyona artêşa Tirkiyê ya bi navê Pence-Kilîd de ku li nav sînorên Başûrê Kurdistanê jî li dijî PKKê berdewam dike, hêzên nû bo sînorên Bakur û Başûrê Kurdistanê hatin veguhestin.
Li gorî zanyariyan di demeke ku operasyona artêşa Tirkiyê li ser herêmên Zap, Avaşîn ve Metînayê berdewam dike de, ji şevê din heta beyaniyê hêzên nû bo sînorên navçeya Geverê ya Colemêrgê hatin veguhestin ku liv û tevgera helîkopteran jî berdewam kir.
Hat zanîn ku di hêzên bo sînorê Bakur-Başûrê Kurdistanê hatine şandin de, bi sedan wesayîtên zirpoşî û pêdawistiyên jiyanê cih digirtin û ew karwana leşkerî gihîştiye Fermandariya Cendermeyan a Geverê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin