Amnesty: Tirkiyê bi xapandin yan jî bo zorê bi sedan koçber sandin Sûriyê
PeyamaKurd – Rêxistina Efûya Navdewletî (Amnesty International) bi raportekê ragihand ku, Tirkiyê bi xapandin yan jî bo zorê bi sedan koçberên Sûriyeyî bi şûnde vegerandine Sûriyê.

Rêxistina Efûya Navdewletî (Amnesty International) kû navenda wê li Londonê ye, derbarê koçberên Sûriyê de raportek amade kir.
Rêxistina Amnestyê di raporta xwe de dide xuyakirin ku hin koçber bi darê zorê, bi lêxistin û dest kelebçekirî li otobêzan siwar kirine û şandine Sûriyê.
Di raportê de herweha tê eşkerekirin ku, polîsên Tirkiyê bi darê zorê formek bi koçberan dane îmzekirin ku qaşo ew bi dilxwazî vedigerin welatê xwe.
Heya niha nayê zanîn bê çiqas koçberên Sûriyeyî bi vî awayî ev belgename îmzekirine û vegeriyane welêt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin