Medya Sûrî: Tirkiyê di nav du rojan de zêdetirî 300 penaber bi zorê vedigerandin!
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina dezgehên medyayî yên nêzîkî rejîma Esed, Tirkiye di demên dawî de, bi rêya zorê penaberên sûrî yên li Tirkiyeyê bicih bûne, vedigerîne herêmên di bin kontrola artêşa Tirkiyê de ku di nav du rojên dawî de hejmara kesên dersînorkirî gihîştiye 300 kesan.
Li gorî nûçeya rojnameya El Weten a Sûriyeyê, Tirkiye dersînorkirina penaberên Sûriyeyê ber bi herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê ve zêde kiriye û herwiha 5 girtî jî ji girtîgeha Serêkaniyê ya bakurê Hesekê veguhestine girtîgeheke xwe ya li bajarê Rihayê.
Çavkaniyên rojnameyên ragihandinê, desthilatdarên Tirkiyeyê kiryarên xwe yên dersînorkirina bi zorê ya penaberên Sûriyeyê dewam dikin û derdora 100 penaber di deriyê Bab El Selame yê li Ezazê yê bakurê Helebê re ber bi bakurê Sûriyeyê ve hatine dersînor kirin û wekî sedem jî tunebûna belgeyên wan ên fermî hatiye nîşandan.
Li gorî medya sûrî di nav 24 saetan de hejmara penaberên sûriyeyî ku bi rêya deriyê Bab El Selame ji xaka Tirkiyeyê ve ber bi Sûriyeyê ve hatine dersînorkirin, gihîştiye 300 kesan.
Hatiye diyarkirin ku kesên têne dersînorkirin, li ′avahiyên niştecihbûnê′ yên li herêmên li bakurê Sûriyeyê têne bicihkirin daku planên xwe li wan herêman pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin