Amnestyê bang li Tirkiyê kir: Yasaya “Belavkirina Zanyariyên Sas” hilwesîne

25 October 2022 11:00 0 dîtin
Amnestyê bang li Tirkiyê kir: Yasaya “Belavkirina Zanyariyên Sas” hilwesîne

PeyamaKurd – Rexistina Leborîna Navdewletî (Amnesty) bang li Tirkiyê kir, da ku yasaya “Belavkirina Zanyariyên Şaş” hilweşîne.

Rexistina Leborîna Navdewletî daxuyaniyek belav kir û dilgiraniyên xwe ji ber yasaya “Belavkirina Zanyariyên Şaş” ku berî niha 10 rojan ji aliyê Parlamantoya Tirkiyeyê ve hatibû qebûlkirin, ragihand.

Rexistina Leborîna Navdewletî da zanîn, ev yasa li ser azadiya derbirîn û axaftinê gefeke mezin e û hikûmeta Tirkiyeyê li şûna vê yasayê, divê derfetên ku herkes bikaribin bigihin zanyariyên ewle, bêalî û biqedir ava bike, ji ber wê jî ew banga hilweşandina vê yasayê li hikûmetê kir.

Herwiha Rexistina Leborîna Navdewletî destnîşan kir, hikûmeta Tirkiyeyê ji sedî 90ê medyaya welatê xwe kontrol dike.