HRW: Tirkiyê penaberên Sûrî bi zorê disîne welatê wan

24 October 2022 20:02 0 dîtin
HRW: Tirkiyê penaberên Sûrî bi zorê disîne welatê wan

PeyamaKurd - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch HRW) ragihand ku hikûmeta Tirkiyê bi sedan penaberên Sûriyê bi zorê şandine welatê wan.

Di rapora HRWê ya li ser rewşa penaberan de hatiye diyarkirin: “Di nava çend mehên borî de Tirkiyê bi sedan pebarên Sûrî bi zorê şandine Sûriyê.”

Hat ragihandin ku di navbera mehên Sibat û Tebaxa îsal de, Enqerê penaberên Sûrî bi zorê şandine bakurê Sûriyê ango bajarên Rojavayê Kurdistanê yên hatine dagirkirin.

HRWê bal kişandiye ser amarên Neteweyên Yekbûyî û eşkere kiriye, heta niha Tirkiyê 15 hezar û 149 penaberên Sûrî bi zorê şandine welatê wan.

Li gorî raporê welatiyên Sûriyê yên ku bi zorê hatine vegerandin, her du destên wan girêdayî  bûne û beşek ji wan jî rastî tundûtûjî hatine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Neteweyên Yekbûyî û HRW gelek caran di raporên xwe de diyar dikin ku hê jî Sûriye ji bo jiyanê ne cihekî aram e û nabe xelk bi zorê bo welatê wan bên vegerandin.