Tirkiyê bo kisandina hêzên xwe ji Sûriyê du merc danî!

05 October 2018 22:32 0 dîtin
Tirkiyê bo kisandina hêzên xwe ji Sûriyê du merc danî!

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku ew ê hêzên xwe ji Sûriyê bikişînin, lê dema ku gelê Sûriyê hilbijartinên xwe kir û hikûmeteke nû hilbijart.

Artêşa Tirkiyê di bin diruşma (Parastina Ewlehiya Netewî) û serkutkirina YPGê û PYDê, êrîş bir ser Rojavayê Kurdistanê û di encamê de bejarê Efrînê di 20 Adara 2018an de û gellek navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê xist bin kontrola xwe.

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ku Adara 2011an bû, Tirkiyê pêwendiyên xwe li gel Sûriyê qut kir.

Di çendîn axaftinên cuda de, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Beşar Esed wek kujerê welatiyên Sûriyê binav kiriye.