Dronên Tirkiyê xaleke hêzên Sûriyê jî bombe kir

05 October 2023 19:47 0 dîtin
Dronên Tirkiyê xaleke hêzên Sûriyê jî bombe kir

PeyamaKurd – Di êrîşên balafirên bêmirov ên Tirkiyê de ku îro ji danê sibehê ve li ser gelek bingehên sivîl û leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê hatin kirin de, xaleke hêzên rejîma Sûriyê bû armanc.

Li gorî çavkaniyên herêmê balafirên bêmirov û bi çek ên dagirkeran li gundê Meyasê yê navçeya Şêrewa ya herêma Efrînê xaleke hêzên Şamê 2 caran bombebaran kir.

Heman çavkaniyan daye xuyakirin ku di encama êrîşê de 2 leşkerên Sûrî birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, îro 5ê Cotmehê piştî daxuyaniya doh 4ê Cotmehê ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan a bi hinceta êrîşa PKKê ya Enqereyê derbarê armanckirina Rojavayê Kurdistanê de, bi dehan dever bi dronan hatin bombekirin. Di encama êrîşên binesaziya sivîl jî hatiye armanckirin de, hejmarek şervan û sivîl hatine kuştin.