Hêzên Sûriyê li Idlibê êrîsî xaleke Tirkiyê kirin

17 June 2019 11:07 0 dîtin
Hêzên Sûriyê li Idlibê êrîsî xaleke Tirkiyê kirin

PeyamaKurd - Tirkiyê dibêje hêzên hikûmeta Sûriyê ‘bi zanebûn’ êrîşî xaleke wan a çavdêriyê li parêzgeha Idlibê kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro yekşemê (17.06.2019)  di daxuyaniyekê de got hêzên Tirkiyê bi çekên giran bersiva êrîşa topên hawan da.

Tirkiyê xalên çavdêriyê li Idlibê danîne wek beşek ji rêkeftina kêmkirina tundûtijiyê li herêmê ku di meda îlona sala 2017an de li gel Rûsya û Îranê îmze kiribû. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu îro Yekşemê got dê Tirkiyê êrîşên wiha neborîne.

Ajansa Nûçeyan a Anadolê (AA)  ji ser zimanê Cavusoglu ragihand ku gotiye: “Em dê we di cihê we de deynin. Divê her yek cihê xwe zanibe.”