Li naverasta Sûriyê êrîsî hêzên Amerîkî kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Amerîkî yên li naverasta Sûriyê rastî êrîşeke bi droneke bombekirî hatine.
Li gorî zanyariyan, îro 4ê Çileyê koma bi navê Muqewemeya Îslamî ya Îran piştevaniya wê dike, bi droneke bombekirî êrîşî bargeheke Amerîka ya leşkerî li nava Sûriyê kir.
Hêjayî gotinê ye, Amerîka ji bo rêgiriyê li hatina hêzên Hizbullaha Lubnanê bo nav axa Sûriyê bike, di demên dawî de li naverasta Sûriyê jî baregehên xwe ava kirine.
Herwiha ev êrîş wekî berteka li dijî belavbûna hêzên Amerîka ya nav Sûriyê tê nirxandin ku hêzên girêdayî Îranê wan êrîşan li Iraq û Sûriyê bi hinceta şerê Îsraîlê yê Xezeyê di demên dawî de zêde kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin