Berpirsê Amerîkî eskere kir: Hêzên Amerîka ji Sûriyê venakisin
PeyamaKurd - Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk û Berpirsê Dosyeya Sûriyeyê li Wezareta Derve ya Amerîkayê, Ethan Goldrich, hevpeyvîn da rojnameya Şerqul Ewsetê û ragihand, hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê venakişin û red kir ku ti planên rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden ji bo vekişîna wan hebe.
Goldrich beriya ku dest ji postê xwe berd got: “Amerîka pabendî hevkariyên xwe yên bi hêzên xwecihî yên Sûriyeyê re ye” û wiha pê de çû: “Niha bala me li ser wê armancê ye, ku rê li ber derketina DAIŞê bê girtin, ji ber ku ew li welatê me û welatên din metirsiyek e.”
Şertê asayîbûnê biryara 2254 e
Li ser asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re, Goldrich destnîşan kir, Amerîka pêwendiyên xwe bi rêjîma Sûriyê re asayî nake heta ku pêşketineke ji dil û mayinde di armancên biryara 2254 de pêk neyê.
Berpirsê Amerîkî bal kişand ser wê yekê ku welatên pêwendî bi Esed re asayî kirine, divê van pêwendiyan bikar bînin, da ku di çarçoveya biryara navdewletî de ber bi armancên hevbeş ên navdewletî ve biçin.
Amerîkayê heta niha 18 milyar dolar alîkarî daye Sûriyan
Goldrich li ser alîkariyên navdewletî jî got: “Em pabend in bi rola ku em alîkariyên mirovî û pereyên ku li Brukselê soza wan hatiye dayîn, ji gelê Sûriyeyê re dabîn bikin.”
Herwiha Goldrich da zanîn: “Me di biharê de soz da em 593 milyon dolar dabîn bikin. Ji destpêka şer û pevçûnan ve, me 18 milyar dolar ji bo alîkarîkirina Sûriyên li hundirê Sûriyeyê û alîkariya penaberên li welatên cîran pêşkêş kirine.”


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin