Amerîkayê hebûna hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê eskere kir

06 April 2022 17:38 0 dîtin
Amerîkayê hebûna hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê eskere kir

PeyamaKurd-Wezareta Berevaniya Amerîkayê hebûna hêzên xwe yên serbazî yên li Rojavayê Kurdistanê, li Sûriye û Iraqê eşkere kir.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Dana Stroul, di panelekê de ragihand û got, desthilata ku bi Wezareta Berevaniya Amerîkayê hatiye dayîn, li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, ji bo têkbirina DAIŞê ye û armanca wan jî ew e ku ew li Iraq û Sûriyeyê pêşî li pêşveçûna dubare ya DAIŞê bigirin.

Dana Stroul bi berdewamî da zanîn Armanc jinavbirina DAIŞê ye lê ev yek jî wisa demildest pêk nayê. Ji ber vê jî ew bi berdewamî li ser tekezkirina wê ya di hemû siyaset û belgeyên stratejîk de pabendiya xwe bi hiştina hêzên xwe yên li Iraq û Sûriyê nîşan didin.