Hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Iraqê bûn
PeyamKurd-Beşek ji hêzên Artêşa Amerîkayê ku li Rojavayê Kurdistanê bûn, derbasî Iraqê hatin kirin. Hat zanîn ku derbasbûna hêzên Amerîkayê, bi karwaneke leşkerî ya qelebalix çêbûye.
Li gorî ragihandina ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA, Artêşa Amerîkayê duh beşek ji hêzên xwe yên ku li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bûn, di Deriyê Welîd a Newnewayê re şandiye Iraqê. Heta niha sedema şandina hêzên Amerîkayê ji bo Iraqê nehatiye eşkerekirin. Hat zanîn ku karwana hêzên Amerîkayê ji 108 otomobîl û kamyonên serbazî pêk hatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin