Dema vekisîna ji Iraqê ya hêzên serker ên Amerîkayê hat eskere kirin
PeyamaKurd – Malpera Erebî El Cedîd bi zarê endamekî lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê ragihandiye ku Amerîka beriya hilbijartinên Iraqê yên 10ê Cotmehê dest bi vekişîna hêzên xwe yên şerker ji Iraqê dike.
Endamê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Bedir Ziyadî gotiye, Amerîka ji destpêka meha 10 a sala 2021ê ve wê dest bi vekişandina hêzên xwe yên şerker ji Iraqê bike û daye xiyakirin, “Li gor rêkeftina Iraq û Amerîkayê proseya vekişandina hêzên şerker ên Amerîkayê heta dawiya îsal dê berdewam be û roja 01.01.2022ê ti hêzeke şerker a Amerîkayê dê li ser axa Iraqê nemîne.
Bedir Ziyadî diyar kiriye, çek û amûrên leşkerî û balifirên şer ên hêzên Amerîkayê yên li Iraqê dê ji binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li kendava erebî re bêne veguhestin.
Bedir Ziyadî gotiye, balefirên şer ên hêzên hevpeyman berdewam dibin di çavdêriya rêxistina terorîst a DAIŞê de û li binkeyên xwe yên li welatên derveyî Iraqê dê wî karî bikin. Lê piştî vekişîna hêzên Amerîkayê berdewambûna balifirên şer ên hêzên hevpeyman li ser daxwaza Iraqê dê kar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin