Iraq: Îdiayên dirêjkirina dema mana hêzên Amerîkayê li Iraqê ne rast in

20 November 2021 12:59 0 dîtin
Iraq: Îdiayên dirêjkirina dema mana hêzên Amerîkayê li Iraqê ne rast in

PeyamaKurd – Fermandariya Operasyonên Hevbeş bi daxuyaniyekê diyar kir; dirêjkirina dema mana hêzên Amerîkayê li Iraqê, ne rast e û hêzên şerker ên Amerîkayê di dema diyarkirî de wê vekişin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Tehsîn Xefacî di daxuyaniya ji ajansa fermî ya Iraqê re red kiriye ku Iraqê dema mana hêzên Amerîkayê dirêj kiribe û daye zanîn: “Îdiayên li ser vê mijarê, ne rast in.”

Tehsîn Xefacî eşkere kiriye, dema herî dawî ya ji bo vekişîna hêzên şerker ên Amerîkayê ji Iraqê, dawiya îsal e û di demê de guhertin nehatiye kirin.

Xefacî eşkere kiriye: “Piştî vekişîna hêzên şerker ên Amerîkayê ji Iraqê, pêwendî û hemahengiya Washington û Bexdayê wê bidome di warê rahênan û pirçekkirina hêzên Iraqê de û herwiha di warê îstixbaratî de ji bo çavdêrîkirin û derxistina cihên çekdarên DAIŞê.”

Beriya niha jî Hevpeymaniya Navdewletî ragihandibû ku bi vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê, rola hêzên wan naguhere, şêwirmendên wan di hemahengiya hêzên Iraqê de berdewam dibin.