Vedant Patel: Me behsa vekisîna hêzên xwe ji Iraqê nekir

15 August 2024 10:59 0 dîtin
Vedant Patel: Me behsa vekisîna hêzên xwe ji Iraqê nekir

PeyamaKurd – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ragihand ku wan bi rayedarên Iraqî re derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê gotûbêj nekiriye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Patel di civîna çapemeniyê de derbarê paşeroja leşkerên Amerîkayê yên li Iraqê de daxuyaniyek da.

Patel amaje bi wê yekê jî kir, ku wan ji sala par ve derbarê paşeroja hêzên Amerîkî yên li Iraqê de, bi Hikûmeta Iraqê re hevdîtinên cuda kirine û got, di van hevdîtinan de wan ti carî behsa vekişîna leşkerên Amerîkî ji Iraqê nekiriye. Wî diyar kir ku wan tenê li ser veguhertina mîsyona leşkeran bo hevkariyeke ewlehiyê ya dualî gotûbêj kirine.

Vedant Patel axaftina xwe wiha domand:

"Diyaloga me dewam dike. Ev pêvajoyek e ku li ser diyaloga stratejîk a dualî ya berê ava dibe û di çarçoveya hevrêziya me ya hevpar a ji bo hevrêziya dualî ya di kordînasyona ewlehiyê û îstiqrara herêmê de ye."