Erdogan: Ez ê bi Trump re vekisîna hêzên Amerîka ji Sûriyê gotûbêj bikim
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, di vegera ji paytexta Macaristan Budapeşteyê de, di balafirê de bi rojnamevanan re axivî û li ser hilbijartina Donald Trump wek serokê nû yê Amerîkayê û mijarên rojevê daxuyanî dan.
Erdogan diyar kir ku ew piştî hilbijartinên seroktiyê bi Donald Trump re axiviye û ew pîroz kiriye
Serokomarê Tirkiyê got: “Beriya her tiştî ez hêvî dikim ku ev hilbijartin ji bo Amerîkayê, herêma me û cîhanê sûdmend be. Birêz Trump di pêvajoya hilbijartinan de bi rastî mînakeke baş û serkeftî nîşan da. Li dijî gelek zehmetiyan bi ser ket ku di nava wan zahmetiyan de hewldana kuştinê jî hebû lê bi ser ket. Wekî ku hûn jî dizanin, xwestin wî bikujin û gule li guhê wî ket. Wan bi kelepçeyê ew bir navenda ewlehiyê û dema ku ev hemû bûyer diqewimîn wî xebatên xwe yên hilbijartinan jî dabûn destpêkirin. Her siyasetmedarek nikare vê bi hêsanî bike. Me bi Birêz Trump re hevdîtineke ji dil pêk anî. Ew tevî malbatê li şîvê bûn. Elon Musk û zarokê xwe jî bi wî re bûn û bi vî awayî me bi wan re hevdîtinek pêk anî.”
Di berdewamê de Erdogan diyar kir, “Me li ser pêvajoya hilbijartinan û hevkariya Tirkiye û Amerîkayê gotûbêj kir. Li ser pêvajoya paşerojê jî li ser Tirkiyeyê daxuyaniyên xweş dan. Me ew vexwend welatê xwe. Ez hêvî dikim ku ew vexwendina me qebûl bike û bi vî awayî hevkariya Tirkiye û Amerîkayê ji ya berê bi awayekî cuda xurt bike. Di navbera me û Amerîkayê de pirsgirêka F-35an heye. Derbarê S-400an de pêvajoyek heye.“
“Em ê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê gotûbêj bikin”
Erdogan da zanîn ku ew dê li ser piştgiriya hêzên Amerîkayê ya bo YPGê ango hêzên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê jî bi Trump re biaxive û wiha pê de çû: "Hêvîdar im şer û krîzên herêmî û cîhanî bi serokatiya Trump bi dawî bibin. Em dê di heyama pêş de jî hevdîtinên xwe yên bi Donald Trump re bidomînin. Wekî mînak em dê vekişîna hêzên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê binirxînin. Gelo dê çawa piştgiriya xwe ya ji bo PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê biqedînin? Ez bawer dikim ku em dê bi hevdîtin û axaftinên xwe yên bi Trump re li ser bingehekê diyar bikin.”
"Dê operasyon bidomin"
Erdogan li ser êrîşên Tirkiyeyê yên bi ser PKKê de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî got: “Di têkoşîna me ya li dijî terorê de tiştek nayê guhertin. Ev meseleya kûrahiya 30-40 kîlometreyî wê bi vî rengî bidome. Heta niha têkoşîna me ya ji bo çûyîna kûrahiya Sûriye û Îraqê, şopandina terorîstên li wir û jinavbirina terorê bê tawîz didome.”
Erdogan li ser tayînkirina qeyûman diyar kir: “Me her dem aniye ziman û em careke din dibêjin, teror û demokrasî, teror û siyaseta sivîl di heman kursiyê de nabin. Dema kesek were hilbijartin nayê wê wateyê ku mafê wî heye li kêleka terorê bimeşe. Erkê siyasetmedarekî ew e ku xizmeta xelkê, bajar û navçeya xwe bike. Ne ku xizmeta serokên cudakariyê bikin.”
Erdogan bêyî ku navê DEM Partiyê bide îdia kir ku derfetên xelkê ji Qendîlê û Ewropayê re têne şandin û ew çav jê re nagirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin