Di çarçoveya sandina hêzên Tirkiyê bo Azerbaycanê tezkereyek bo Parlamentoyê hat sandin
PeyamaKurd – Di çarçoveya şandina hêzên Tirkiyê bo Azerbaycanê, tezkereyek ji aliyê Serokomariya Tirkiyê hat amedekirin pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hat kirin.
Serokomariya Tirkiyê dixwaze hêzê xwe bişîne Azerbaycanê. Bo wê tezkereyek amade kir û îro tezkere bo Parlamentoyê hat şandin.
10ê Mijdara 2020an, bi serpireştiya Rûsyayê, Azerbaycan û Ermenîstanê şerê li ser herêma Nagorno Karabaxê dawî anîn, ku ji 26ê Îlona îsal ve destpê bibû û agirbest ragihandin.
Di çarçoveya rêkeftina agirbestê de, 1960 serbazên Rûsya weke hêzên aştîparêz li herêmê ne û li ser xetên temasê yên di navbera hêzên Azerbaycan û Ermenîstanê de, bo pênc salan bicih dibin.
Tevî ku Tirkiyê di şerê vê carê yê Karabaxê de, hem di warê siyasî de û hem jî di warê leşkerî de piştgiriya Azerbaycanê kir, lê di rêkeftina agirbestê de ti amaje bi bicihbûna hêzên Tirkiyê li navçeyê nehatiye kirin, lê Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev di dema ragihandina agirbestê de û paşê jî ragihandibû ku dê hêzên Tirkiyê jî weke çavdêrên agirbestê li herêmê hebin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin