Tezkereya Tirkiyê ya derbarê sandina leskeran bo Azerbaycanê hat pesendkirin

18 November 2020 12:30 0 dîtin
Tezkereya Tirkiyê ya derbarê sandina leskeran bo Azerbaycanê hat pesendkirin

PeyamaKurd – Parlamentoya Tirkiyê Tezkereya Serokomariya Tirkiyê ya derbarê şandina leşkeran bo Azerbaycanê, pesend kir.

Li Parlamentoyê, bi piraniya dengên hemû partiyan, ji bilî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tezkereya Serokomariya Tirkiyê ya ji bo şandina hêzên Tirkî bo Azerbaycanê hat qebûlkirin.

Di çarçoveya Tezkereyê de, leşkerên Tirkiyê wê li ser sînorê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de bêne bicîhkirin.