Rûsyayê ji ber sandina leskeran bo Libyayê bertek nîsanî Tirkiyê da

20 December 2019 21:27 0 dîtin
Rûsyayê ji ber sandina leskeran bo Libyayê bertek nîsanî Tirkiyê da

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku ew ji biryara şandina leşkerên Tirkiyê bo Libyayê bi fikar in û wê destwerdana derve rewşa Libyayê aloztir bike.

Çavkaniyeke ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îro ragihand ku destwerdana derve li Lîbyayê, dê rewşa welat aloztir bike û diyar kir, derfetên çûna leşkerên Tirk bo Lîbyayê, cihê metirsiya Rûsyayê ye û ev pêngav dê bi xwe re bertekan ji dewletên cîran bîne û bibe cihê gelek pirsan.

Medya Lîbyayê doh 19ê Kanûnê ragihandibû ku hikumeta El-Wîfaq a bi seroktiya Fayêz El-Sîrac di civîna xwe ya dawî de biryara daxwaza piştevaniya lojîstîk û pîşeyî ji dewleta Tirkiyê kiriye.

Peymana ku di navbera Tirk û hikumeta El-Sîrac de hatiye îmzekirin, bûye sedema nerazîbûnên tund li herêmê ku parlamena Lîbyayê jî El-Sîrac bi xiyaneta mezin tawanbar dike.