Parlamana Tirkiyê îro li ser sandina leskeran bo Lîbyayê biryar dide

02 January 2020 14:45 0 dîtin
Parlamana Tirkiyê îro li ser sandina leskeran bo Lîbyayê biryar dide

PeyamaKurd - Îro parlamentoya Tirkiyê li ser daxwaza serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan, şandina hêzên leşkerî bo Lîbyayê gotûbêj dike û biryarê li ser dide.

Îro derbarê şandina hêzên leşkerî ji bo piştgiriya hikûmeta Terablusê a bi serokatiya Fayiz Serrac ve ku ji aliyê Netewên Yekgirtî (NY) ve wek hikûmeta fermî ya Lîbyayê tê naskirin, parlamentoya Tirkiyê dicive.

Eger parlamentoya Tirkiyê şandina hêzan bo Lîbyayê bipjirîne, leşkerên Tirkiyê dê li Lîbyayê di nav rêzên Hikûmeta Wîfaq a Niştimanî de şerê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serokatiya General Xelîfe Hefter bike.

‘Erdogan daxwaz kir’

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxwaz ji parlamantoya welatê xwe kiriye ku mijara şandina hêzên artêşa Tirkiyê bo piştgiriya hikûmeta li Tirablusê gotûbêj bike. Erdogan di nameyekê de ku ji parlamentoyê re şandiye, amaje bi wê yekê kiriye ku hikûmeta Lîbyayê ya li Terablusê “ji bo şerê li dijî DAIŞê, grûpên çekdar ên li derveyî yasayê û bazirganên mirovan, û herwiha ji bo parastina yekparçeyî û aramiya Lîbyayê” daxwaza alîkariyê ji Tirkiyê kiriye û tekez kiriye, “em amade ne li gorî rêkeftina ewlekariya stratejîk a leşkerî ku hatiye îmzekirin, alîkaiya wan bikin.”

Recep Tayyib Erdogan, dawiya 2019an, ragihandibû: “Derbarê beşdarbûna hêzên leşkerî yên Tirkiyê li Lîbyayê, Tirkiye bangehêştnameya Hikûmeta Danpêdayî ya Lîbyayê dipejirîne û hikûmet amade ye wê yekê qebûl bike.”

‘Li gorî reşnivîsa projeyasayê, Tirkiye di navbera 150 heta 200 leşkerî dişîne Lîbyayê’

Erdogan herwiha gotibû:“Eger Lîbya daxwazeke bi vî awayî ji me bike, di rewşeke wiha de, em dikarin, li gorî pêwsît, hêzên xwe yên leşkerî bişînin, bi taybetî piştî îmzekirina rêkeftina ewlehiya serbazî.”

Li gorî reşnivîsa projeyasayê, Tirkiye di navbera 150 heta 200 leşkerî dişîne Lîbyayê ji bo rahênana leşkerên hikûmeta Serrac, lê Hikûmeta Danpêdayî ya Lîbyayê li benda alîkariyên bêhtir ji Tirkiyê ye, ji wan jî şandina hêzên deryayî ji bo parastina Terablusê.

‘HDP û IYI Parti piştgirî nadin tezkereyê’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û IYI Partî ji tezkereyêre dibêjin na, helwesta CHPê hêj ne zelal e û MHP piştgiriyê dide vê reşnivîsa AKPê.