SOHR: Sandeke bilind a Rûsî li ser operasyona Tirkiyê bi HSDê re civiya

05 December 2022 20:25 0 dîtin
SOHR: Sandeke bilind a Rûsî li ser operasyona Tirkiyê bi HSDê re civiya

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku şandeke bilind a Rûsyayê derbasî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bûye û bi fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re hevdîtin kiriye.

Li gorî SOHRê şanda rûsî ji bo mijara gefên operasyona bejahî ya Tirkiyeyê gotûbêj bike,  bi nezareta balafirên şer ji ser baregeha Hmeymim a Sûriyê derbasî Qamişlo bûye ku dema şanda rûsî gihîştiye Qamişlo jî li ser asmanê bajarê balafirên şer firiyan e.

SOHRê ragihandiye ku civîna şanda rûsî û fermandarên HSDê li navçeya Tebqayê hatiye kirin û mijara vekişîna HSDê ji Kobanî û Minbicê û bicihkirina hêzên asayîşê li navendên wah bajaran hatiye gotûbêj kirin.