SOHR: Di topbaraneke nenas de 5 efserên Rûsî û Sûrî hatin kustin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li Dêrazorê, ji 2 ji wan efserên Rûsî û 3 efserên artêşa Sûriyeyê bi tevahî 7 kes di topbaraneke nenas de hatin kuştin.
SOHRê ragihandiye ku şeva borî deverên ku li Dêrazorê di destê rêjîma Sûriyeyê de ne, ji aliyekî neneas ve hatine topbarankirin û di encamê de, 2 efserên Rûsyayê û 3 efserên artêşa Sûriyeyê û herwiha 2 çekdarên ku nasnameyên wan nehatiye zanîn, hatin kuştin.
Li gorî SOHRê, devera hatiye topbarankirin di destê hêzên rêjîma Sûriyeyê û milîsên Îranê de bû û heta niha jî jêdera topan nehatiye zanîn.
Hatiye diyarkirin ku ew êrîş hevdem bû ligel firîna dronan û bombebarana ji aliyê hêzên Hepeymaniya Navdewletî ve li kêlgeha Konîko ya gazê ku dikeve gundewarê bakurê Dêrezorê.
Hêjayî gotinê ye, doh jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî balafirxaneya leşkerî ya Dêrezorê, ku hêzên rêjîmê û milîsên Îranî lê ne, kiribûn armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin