SOHR: Di topbarana Tirkiyê de leskerekî Rûsî hat kustin, 4 jî birîndar bûn

12 June 2023 18:45 0 dîtin
SOHR: Di topbarana Tirkiyê de leskerekî Rûsî hat kustin, 4 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama topbarana artêşa Tirkiyeyê de, wesayîteke Leşkerî ya Rûsî li bakurê Helebê hat armanckirin û leşkerekî Rûsî hatiye kuştin, hejmarek leşker jî birîndar bûne.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku otomobîleke leşkerî ya Rûsî li ser rêya Um El-Hoş û Hirbil ketiye ber topbarana artêşa Tirkiyê û di encamê de leşkerî Rûsî hat kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

Ev bûyer piştî nûçeyên ku artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, ji şeva borî ve gundên derdora Til Rifat, herêma Şehbayê û bakurê Helebê topbaran dikin pêk hatiye ku li gorî çavkaniyan zêdetirî 60 top li herêmê ketine.

Wezareta Bergevaniyê ya Tirkiyê jî daye xuyakirin ku di encama topbarankirinê de 12 şervanên YPGê can dane.

Ev daxuyaniya Tirkiyê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hate redkirin û hate ragihandin ku şervanên wan di êrîşên navborî de can nedane.