SOHR: Tirkiyê hêzeke xwe ya din ji Sûriyê vekisand

13 November 2022 12:32 0 dîtin
SOHR: Tirkiyê hêzeke xwe ya din ji Sûriyê vekisand

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SHOR) ragihand ku Tirkiyê karwaneke xwe ya leşkerî ji herêma Idlibê ya ‘kêmkirina rageşiyê’ vekişand.

Li gorî SOHRê nêzîkî 40 otombîlên barhilgir û wesayitên zirxî yên giran ên artêşa Tirkiyê, ji devera “kêmkirina rageşiyê” ya Sûriyê vekişiyan û ber bi axa Tirkiyê ve çûn.

Hat diyarkirin ku artêşa Tirkiyê tevahiya tabûra 8an a hêzên xwe ji herêma “kêmkirina rageşiyê” vekişandiye.  

Li gorî SOHRê, 9 tabûrên artêşa Tirkiyê ku hejmara her yekê 1500 leşker in, bi hemû alavên xwe, tank û wesayîtên giran li wê herêmê bicih bûne.

SOHRê 29ê Cotmehê jî ragihandibû ku karwaneke leşkerî ya Tirkiyê ku ji 7 tank, 10 zirîpoş û 15 barhilgiran pêk dihat, ji Idilbê hatiye vekişandin.