Sûriye | Tirkiyê ji Idlibê hêzeke xwe vekisand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê hêzeke xwe ya leşkerî ji herêma Idlibê ya kêmkirina rageşiyê vekişandiye ku duyem karwana artêşa Tirkiyê ye ku di nav 3 rojên borî de tê vekişandin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku Tirkiyê karwaneke leşkerî ji devera “kêmkirina rageşiyê” ber bi axa welatê ve vekişandiye ku ev karwan ji 7 tank û 10 wesayîtên zirxî û 15 otobusên leşkeran pêk dihat.
SOHrê daye zanîn, roja 26ê Cotmehê jî karwaneke leşkerî ya hêzên Tirkiyê ji gundewarê başûrê Idlibê vekişiyaye ku ew jî ji 10 tank, hejmarek wesayîtên zirxî û 15 otobusên leşkeran pêk dihat.
Hat diyarkirin ku ev pêngava vekişandina hêzên Tirkiyê di çarçoveya siyaseta Tirkiyê ya kêmkirina hejmara hêzên xwe yên li herêma “kêmkirina rageşiyê” de ye û ango di 3 salan de li herêmê aramiyek çêbûye.
Hêjayî gotinê ye, sînorên herêma çaremîn a kêmkirina rageşiyê li Idlibê, di gera şeşemîn a danûstandinên Astanayê de di Îlona 2017an de hatibûn xêzkirin ku parêzgeha Idlibê, hin deverên gundewarê Helebê, Hemayê û Laziqiyê tê de cî digirt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin