Tirkiyê pistî êrîsê hêzeke din sand Idlibê

22 March 2020 23:08 0 dîtin
Tirkiyê pistî êrîsê hêzeke din sand Idlibê

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê piştî êrîşa ku li ser rêya M4 kemîn li ber leşkerên tirk hatibû danîn, hêzên zêdetir şandin sînorê bakurê rojavayê Idlibê.

Di êrîşa du roj berê ya li ser rêya M4 de ku karwana artêşa Tirkiyê hatibû armanckirin, 2 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Li gorî zanyariyan piştî wê êrîşê Tirkiyê, 40 wesayîtên barhilgir ku zirpoş, tank û top hilgirtibûn veguheztin sînorê Kifir Lusîn a nêzîkî Îdlibê.