SOHR: Artêsa Tirk karwaneke tank û çekên giran derbasî Idlibê kirin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirkiyê karwaneke ji tankan û çekên giran pêk dihat derbasî Idlibê kir.
SOHRê daye xuyakirin ku îro 20ê Gulanê danê sibehê, artêşa Tirk kerwaneke leşkerî di deriya Kefer losîn re derbasî herêma Idlibê kir ku ew karwan ji tank û çekên giran û wesayîtên zirxî pêk dihat.
SOHRê da zanîn ku karwana leşkerî ber bi baregeha leşkerî ya Taftanaz a li başûrê Idlibê ve çûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin