ENKSê di derbarê êrîsa li ser PDK-Sê daxuyanî da

17 August 2020 13:59 0 dîtin
ENKSê di derbarê êrîsa li ser PDK-Sê daxuyanî da

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Tevgera Ciwanên Şoreşger bi êrîşkirina ser ofisa Partiya Demokrat – Sûriye (PDK-S) tometbar dike û radigihîne, divê Fermandariya HSDê sînorekî ji kiryarên wê komê re deyne.

Li gor emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, koma bi navê “Ciwanên Şoreşger” şeva Şemiya borî êrîşî ser ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li taxa Rojhilat kir û durişme û navê PDK-Sê û ala Kurdistanê reş kirin û slogan dubare kirin.

ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir, “Ev êrîş di çarçoveya zîncîreya êrîşên têkder ên vê komê ye û her ku heyamên geşbîniyê bi hevtêgihîştina Kurdî derdikevin, ev kiriyar dubare dibin. Bêgûman dijminên berjewendiyên gelê Kurd li piştî van kesan radiwestin.”

Herwiha ENKS bi tundî ev êrîş şermezar kir û ragihand, “Tevî hewlên fermandariya HSDê ku vê bûyerê kom bike, lê ENKS dibîne ku divê sînoreke dawî ji kiryarên vê komê yên li dijî nirxên Kurdatiyê re were danîn.”

Herwiha ENKS di daxuyaniya xwe de tekeziyê li ser serxistina danûstandinên bi Partiyên Yekîtiya Niştimanî re dike û gelê Kurd piştrast dike, dê bi armancên ku kar û xebatê di ber de dike dilsoz be.

Şeva 15ê Tebaxê li bajarê Qamişlo nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) ya li rojhilatê Qamişlo rastî êrîşê hatibû, ala Kurdistanê hatibû boyaxkirin û hin siloganên li PKKê li ser deriyê nivîsgehê hatibû nivîsandin. Berpirsên PDK-S û ENKSê jî koma Tevgera Ciwanên Şoreşger bi wê êrîşê tometbar dikin.