Amerîka daxuyanî di derbarê êrîsa Kobanî da û daxwaza agirbestê kir

24 June 2020 12:33 0 dîtin
Amerîka daxuyanî di derbarê êrîsa Kobanî da û daxwaza agirbestê kir

PeyamaKurd - Piştî êrîşên asmanî yê Tirkiyê ku roja sêşemê li gundekî Kobanî pêk anîbû û di encamê de 3 jinan can dabû, Wezareta Derve ya Amerîka daxuyaniyek da û di derbarê qurbaniyan de xemgîniyên xwe aniye ziman.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyê da hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyên êrîşa roja sêşemê ya li ser gundê Rojhilatê Kobanî derbirî û daxwaz kir li Sûriye agirbesta seranserî bê ragihandin.

Amerîka daxwaz dike li Sûriye agirbesta seranserî bê ragihandin û bi rêya guftûgoyên siyasî li ser bingeha biryara 2.254 ya Encûmena Asayîş kêşeyên Sûriye bên çareser kirin.