Amerîkayê li ser êrîsa DAISê ya girtîgeha Hesekê daxuyanî da û bang li welatan kir...

23 January 2022 15:52 0 dîtin
Amerîkayê li ser êrîsa DAISê ya girtîgeha Hesekê daxuyanî da û bang li welatan kir...

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, derbarê êrîşa terorîstên DAIŞê bi ser zindana Hesekê de û şer û pevçûnên berdewam daxuyanî de.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, bal kişand ser êrîşa DAIŞê ya ser zindana Hesekê û ew êrîşa ji bo revandina terorîstî girtî şermezar kir.

Ned Price bal kişand ser helwest û xebata şervanên HSDê li beramber vê êrîşa DAIŞê û ew helwesta HSDê bilind nirxand û hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên êrîşa DAIŞê derbirî.

Ned Price diyar kir, êrîşa dawî ya DAIŞê careke din girîngiya tundkirina bergiriyên li zindanên ku çekdarên wê rêxistinê tê de girtî ne nîşan da û bang kir ku ew çekdarên DAIŞê ji aliyê welatên wan ve bên wergirtin.

Şerê li zindana Xiwêran a Hesekê ku bêhtirî 5 hezar girtiyên DAIŞê tê de ne, ji şeva 20ê Çile ve dewam dike û heta niha li gorî amarên çavkaniyên cuda herî kêm 130 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, 17 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî şehîd bûne.