HDP: 'Tirkiyê bi SÎHAyên xwe pistgirî da êrîsa DAISê ya ser girtîgeha Hesekê'

25 January 2022 21:05 0 dîtin
HDP: 'Tirkiyê bi SÎHAyên xwe pistgirî da êrîsa DAISê ya ser girtîgeha Hesekê'

PeyamaKurd - Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser êrîşa DAIŞê ya bi ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya HDPê ya li ser navê Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknaz Uca û Hişyar Ozsoy ve li ser êrîşa DAIŞê ya 20ê Çile bi ser girtîgeha Hesekê de hatiye gotin; dema êrîşa DAIŞê dest pê kiriye hêzên HSDê ji bo destwerdana rewşê xwestine derbasî Hesekê bibin lê belê rastî êrîşa SÎHAyan hatin.

HDPê ev weke ‘alîkariya hewayî ya bi DAIŞê re’ binav kir û xwest ku hêzên li pişt vê êrîşê bên lêkolînkirin.

Herwiha HDPê diyar kir, di şerê Sûriyeyê de DAIŞê li dijî mirovahiyê sûcên herî giran kirine, nepêkane ku ev êrîş bi tena serê xwe plan kiribe û pêk anîbe û destnîşan kir, ji ber alîkariya hêzên tarî heta niha jî DAIŞ li ser gelên herêmê gefeke mezin e.  

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, DAIŞiyên êrîş pêk anîn ji herêmên di bin serweriya Tirkiyeyê de derbasî Hesekê bûne û wiha hat gotin: “Derket holê ku hinek çekên van DAIŞiyan bi kar anîn, çekên NATOyê ne. Herwiha yekîneyên ji Kobanê bo alîkariyê diçûn Hesekê jî rastî êrîşa SÎHAyan hatin. Ev yek alîkariya hewayî ya bi DAIŞê re ye. Di serî de Tirkiye, hewce ye endamên NATOyê piştperdeya vê êrîşê û îdiayên di çapemeniyê de têne parvekirin zelal bikin.” 

Komîsyonê di dawiyê de jî ragihand: “Her çend ku ji bo darizandina endamên DAIŞê, malbatên wan û zarokên wan gelek caran bang hatibin kirin jî, heta niha ev bang nehatine bersivandin. Tê zanîn ku li girtîgeha bûye armanca êrişê herî kêm 850 zarok hene. Derdora 5 hezar DAIŞiyên ji welatên cuda jî li wir in. Ewlehiya van kesan ne tenê berpirsyariya HSD’ê, berpirsyariya hemû dewletên ku hemwelatiyên wan li wir in. Em bang dikin ku her dewlet hemwelatiyên xwe ji wir bibe û li welatên xwe bidarizîne. Nexwe ev DAIŞiyên girtî di serî de Sûriye, dê ji bo Rojhilata Navîn û hemû cîhanê wek gefeke mayînde bimîne.”