'Erdogan ji bo qetla Kurdan pistgirî da DAISê, loma jî bi Tirkiyê astî nayê Libyayê'
PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Netewî ya Libyayê (ANL) ya girêdayê Xelîfe Hefter, Ehmed el Mismarî beriya Konferansa Berlînê civîneke rojnamevanî li dar xist.
Mismarî di pêşkeşiya xwe ya Erebî û Îngilîzî de, Tirkiye bi tundî tawanbar kir ku bi rêya sazî, artêş û milîsên kirêkirî destwerdana Libyayê dike.
Mismarî got, “Rêxistina IHH ya alîkariyan a paravana MÎTê (Saziya Îstixbarata Tirkiyê) yek ji wan saziyên sereke ye ku piştgiriya cîhadiyan a çekan û pizîşkî dike.”
Mismarî da xuyakirin ku Tirkiye bi rêyên qaçax ên deryayî di şandina ‘terorîstên Sûriyê bo Libyayê’ de berdewam e.
Berdevkê ANLê herwiha got, “Erdogan ji bo qetilkirina Kurdan û tunekirina bajarên wan û aboriya wan piştgirî da DAIŞê û rêxistinên din ên terorî. Tirkiye ji bo hemû endamên DAIŞê û El Qaîdeyê bû baregeha terorê. Loma jî ti caran bi ser Tirkiyê de, aştî nayê Libyayê.”
Mismarî, herwiha bal kişand ser bazara li ser penaberên Sûriyê ya hikûmeta Tirkiyê û belavbûna terorîstên DAIŞê li nav Ewropayê û got, Erdogan berpirsê belavkirina terorê li Ewropayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin