Rêvebera MSDê: Armanca Tirkiyê ji êrîsan, derxistina DAISê ji girtîgehan e
PeyamaKurd – Rêvebera MSDê Îlham Ehmed têkildarî, plan, gef û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê nirxandin kir û êrîş weke xeteriya li ser herêmê bi nav kir: “Êrişeke Tirkiyê, wê bibe sedema aloziyan li herêmê û tevahiya Sûriyê û herwiha DAIŞ wê ji nû ve bê vejandin.”
Îlham Ehmed eşkere kir, dem hatiye hemû tevgerên Tirkiyê li herêmê bi dawî bibin û got: “Ji ber ku wê ev êrîş û tevger ewlehiya herêmê bixe metirsiyê, nemaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Plana Tirkiyê ne nû ye, planeke kevn e ku bi bêdengî li ser dixebitî.”
Ehmed da zanîn: “Tirkiye li Sûriyê jî heman planê dişopîne û gelên resen ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber dike û li şûna wan gelên ji pêkhateyên din bi cih dike. Tirkiye bêguman wan ji bo bicihanîna berjewendiyên xwe, çi leşkerî, çi siyasî û aborî, li welatên ku ew dike armanc, Iraq û Sûriyê bi kar bîne.”
Îlham Ehmed herwiha diyar kir: “Armanca Tirkiyê ji êrîşan, derxistina DAIŞê ji girtîgehan e û berdewam kir: “Bi cîbicîkirina vê projeyê, metirsiyeke rasteqîn li ser ewlekariya herêmê çêdike û wiha domand:
“Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtîgeh û bi dehan kamp hene ku malbatên DAIŞê jî di nav wan de ne. Ji ber vê yekê diyar e ku armanca wê derxistina wan ji kamp û zindanan e. Tirkiye ne tenê li Sûriyê zagonan binpê dike, li gelek welatan qanûnên navdewletî jî binpê dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin