Bafil Talebanî: Em di bin zexta êrîsan de dîyalogê bi Tirkiyê re nakin!

11 October 2023 19:15 0 dîtin
Bafil Talebanî: Em di bin zexta êrîsan de dîyalogê bi Tirkiyê re nakin!

PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Hewlêrê beşdarî Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) bû û axaftinek kir.

Bafil Talebanî li ser êrîşên Tirkiyê yên li Silêmaniyê bi ser PKKê û hin cihên din got: “Em di bin zext, dron û êrîşên Tirkiyeyê de bi wan re diyalogê nakin.”

Bafil Talebanî da zanîn ku ku pêwendiyên YNK û Tirkiyeyê ne baş in û wiha axivî: “Em dixwazin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin lê ku Tirkiye ne amade be em çi bikin?”

Talebanî diyar kir ku ew di mijara Rojavayê Kurdistanê de wekî Tirkiyeyê nafikirin û li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li Silêmaniyê û deverên din ên Herêma Kurdistanê got: “Em di bin zext, dron û êrîşên Tirkiyeyê de bi wan re diyalogê nakin.”