Erdogan: Armanca Tirkiyê li her deverên Sûriyê aramî û ewlehî ye!
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, îro 25ê Kanûnê di gotara koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyê ya AK Partiyê de kêfxweşiya xwe bo hilweşandina rejîma Esed a Sûriyê anî ziman û got, li her derê Sûriyê tevî ala nû ya Sûriyê ala Tirkiyê jî bi xweşî tê pêşwazîkirin.
Erdogan, “Sûriye çiqas zûtir xwe ji nû ve birêxistin bike, ji bo Tirkiyeyê baştir e û hikûmeta Tirkiyeyê dikare biryara vegera bi dilxwazî ya penaberên Sûrî bo welatê xwe bide.”
Erdogan herwiha gef li HSD/YPGê xwar û diyar kir, “Em wek mafê xwe dibînin ku em hemû rê û rêbazan ji bo têkoşîna li dijî terorê bikar bînin, da ku em bibin xwedî Tirkiyeyeke paqij û bêteror. Em ê PKKê ji nav dibin. Armanca Tirkiyeyê tenê ew e li her devereke Sûriyeye aramî û ewlehî hebe.”
Erdogan diyar kir, hikûmeta Tirkiyê dê alîkariya her penaberekî bike ku bixwaze vegere Sûriyeyê, lê ti kesî bi zorê venagerîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin