Erdogan: "Astiya li Sûriyê wê bêhtir bi kêrî Tirkiyê were"
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan piştî tevlî zîrwa NATOyê ya li Washingtonê bû, di dagerê de di balafirê de tîşkê xist gelek mijaran lê di nav wan de ya herî balkêş axaftina wî ya li ser arîşeya Sûriyê bû. Erdoğan li ser mijara Sûriyê weha got:
“Li Sûriyê aştiya bi edalet bibe, dê herî zêde bi kêrî me were. Ev jî divê em bi Sûriyê re dewreyekî nûh bidin destpêkirin. Heya niha pêvajo bi erênî dewam dike. Ez hêvî dikim ku di demekî nêz de emê pêngavên berbiçav jî bavêjin.”
Ji bo Tirkiye bi Sûriyê re têkiliyên xwe baş bike, Erdoğan weha dewam kir:
“Min vê wezîfê da wezîrê karên derve Hakan Fidan. Wê Hakan Fidan bi kesên pêwendîdar re di rêya hevdîtinê de, nexşerêyekî destnîşan bikin. Înşallah em ê li gor wê pêngavan bavêjin. Fikra me ewe ku dibe li Sûriyê aştiyekî dadwerane bibe. Yekîtiya axa Sûriyê di berjwendiyên me de ye. Eger aştiyekî adilane li Sûriyê bibe, wê herî zêde fêde bide me. Divê em bi Sûriyê re dewreyekî nûh bidin destpêkirin…
Pêwiste Amerîka û Îran ji pêşdeçûnên erênî razî bin û ji bo êşa Sûriyê deyne, pêvajoyê destek bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin