Erdogan: Armanca wan ne Sûriyê ye lê Tirkiyê ye

29 February 2020 14:10 0 dîtin
Erdogan: Armanca wan ne Sûriyê ye lê Tirkiyê ye

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê pêşhatên dawiyê de li Stenbolê axivî û amaje kir ku mijara Sûriyê bo Tirkiyê ne serguzeştek e. Erdogan da zanîn ku di êrîşa li Idlibê de 36 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Erdogan sedema hebûna artşê Tirkiyê got, “Ji me re dibêjin çî kare w eli wir heye? Dibêjim, li qisûrê nenêrin, ne Esed lê gelê Sûriyê em vexwendine. Heya gelê Sûriyê  ji me re nebêje ‘Temam’ niyeta me tine em ji wir derkevin.”

Serokomarê tirk amaje kir ku bi operasyonên li dijî Rojava dorpêç şikandine û got, “Eger îro em li Idlibê têkoşînê nedin, sibe em dê li Şirnexê, Mêrdînê, Rihayê an jî Dîlokê bidin. Armanca wan ne Sûriyê ye, Tirkiyê ye.”

Erdogan hejmara leşkerê li Serakib a Idlibê ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatine kuştin jî revize kir û got, li Idlibê 36 leşkerên me hatine kuştin û ji hêzên rejîmê zêdetirî 2 hezar kesî hatine kuştin û hin baregeh û kelûpelên leşkerî jî ji holê hatine tunekirin.