Mikurhatinên serçekdarê DAISê yê ji êrîsa li ser girtîgeha Hesekê berpirsyar e hat belavkirin
PeyamaKurd – Mikurhatinên serçekdarê DAIŞê yê ji êrîşa li ser girtîgeha Hesekê berpirsyar e diyar kir ku civîn û plana êrîşê li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de hatine çekirin û payebilindên saziyên Tirk di nava vî karî de cih girtine.
Medya ser bi PKKê ve mikurhatinên serçeteyekî DAIŞê ku navê “Reşîd” li xwe kiriye belav kir.
Li gorî zanyariyên ji hêzên ewlekariya hundirîn hatine girtin, Reşîd berpirsyarê gelek êrîşên hovane yên li herêmê ye.
Reşîd berpirsê êrîşa 27ê Tîrmeha 2016an a li Qamişloyê ku bi qemyoneke bombebarkirî hatibû kirin û 62 kes şehîd bûbûn e.
Serçekdar Reşîd têkildarî êrişên li ser Hesekê ev agahî daye û gotiye: “Plana êrîşê ya li ser girtîgehê Nîsana 2021ê kete dewrê. Ji aliyê pratîkî ve min bi xwe êrîş bi rê ve dibir. Ji aliyê Nasir Dînallah ve ku Rêveberê Dîwana Ewlekarî yê DAIŞ’ê yê, ji bo pêkanîna êrîşê hatim wezîfedarkirin.”
Di berdewamiyê de serçekdar Reşîd eşkere kiriye, Nasir Dînallah jî li Babê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye dimîne û gotiye: “Bab ji bo DAIŞê cihê herî ewle ye.”
Reşîd herwiha qala hûrguliyên li ser êrîşê kiriye û destnîşan kiriye: “Li gorî planê, ji bilî bombevanê xwekuj, êrîş wê bi 30 kesî bihata kirin. Ji bo êrîşê wesayitên bombebarkirî hatin amadekirin. Wesayitek wê li Xaçerêya Panorama, wesayiteke din jî wê li pêşiya deriyê bingehîn ê girtîgehê bihata teqandin.”
Herwiha serçekdarê DAIŞê Reşîd diyar kiriye, li gorî planê, êrîş diviyabû meha Cotmehê bihata kirin û gotiye: “Lê belê ji ber tedbîrên tund ên ewlekariyê yên li herêmê nehate kirin û me biryar da ku meha Mijdarê bikin. Zexteke giran hebû ku beriya girtî ji bo girtîgeha nû bêne veguhastin divê plan bi cih bê anîn.”
Reşîd mikur hat ku piştî êrîşê wê çek ji bo çekdarên DAIŞê yên girtî bihata dayîn û herêmeke weke Xiwêran Meşva li Hesekê bihata dagirkirin.
Terorîstê DAIŞê yê girtî daye zanîn: “Saziyên ewlekariyê yên Tirk fînansorî ji hucreyên razayî yên DAIŞê yên li Rêveberiya Xweser re dikin û eşkere kiriye, payebilindên ewlekariyê yên dewleta Tirk, hem êrîş hem jî karên DAIŞê yên li herêmê fînanse dikirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, DAIŞê di 20ê Çileya 2022an de bi piştgiriya îstîxbarata Tirk MÎTê, êrîşeke berfireh biribû ser girtîgeha li bajarê Hesekê ku DAIŞî lê girtî ne û bi êrîşê hatibû xwestin ku girtiyên DAIŞî bêne revandin û bajar bi komkujiyên nû bê dagirkirin. Bi nêzîkatiya berpirsyarane û têkoşîna HSDê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê herêmê ev plan hatibû têkbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin