Di êrîsa girtîgeha Hesekê de Yekîneyên Antî Terorê 2 çekdarên saneyên DAISê kustin

21 January 2022 11:29 0 dîtin
Di êrîsa girtîgeha Hesekê de Yekîneyên Antî Terorê 2 çekdarên saneyên DAISê kustin

PeyamaKurd Terorîstên DAIŞê, do bi şev êrîşî girtîgeha Xiwêran a Hesekê kir û hewl dan girtiyên DAIŞê ji girtîgehê birevînin. Piştî êrîşê Yekîneyên Antî Terorê jî dest bi operasyonê kirin û 2 çekdarên DAIŞê kuştin.

Çekdarên DAIŞê di wê êrîşê de, motorsikletek û erebeyek teqandin û pişt re li çerxerêya Basil a li taxa Xiwêranê ya bajarê Hesekê, 3 tankerên sotemeniyê teqandin.

Çekdaran ji taxên Zihûr û Hewş Bair derbas bûn, hewl dan xwe bigihînin girtîgeha taxa Sînaa ya girtiyên DAIŞê û êrîş bikin.

Hêzên ewlekariya girtîgehê bersiva êrişan dan û têk birin, ji ber pevçûnan 7 kes birîndar bûn.

Yekîneyên Antî Terorê bi armanca kontrolkirina rewşê operasyonek da destpêkirin û di encama operasyonê de, 2 çekdarên şaneyên DAIŞê hatin kuştin.

Navenda Ragihandina HSDê, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir, wan rewşa girtîgehê xistiye bin kontrol.