Asayisa Rojava: Li pist êrîsa li ser girtîgeha li Hesekê planeke mezin hebû

29 August 2022 13:33 0 dîtin
Asayisa Rojava: Li pist êrîsa li ser girtîgeha li Hesekê planeke mezin hebû

PeyamaKurd – Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê Elî El Hesen diyar kir, armanca operesiyona Mirovî û Ewlehiyê tunekirina şaneyên DAIŞê li Kampa Holê ye.

Elî El Hesen da zanîn, li kampa Holê yên ku şaneyên DAIŞê bi rê ve dibin, li herêmên dagirkirî mîna Serêkaniyê û Girêspî dimînin.

Li gor Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişa da zanîn, wan hewldanên kontrolkirina Kampa Holê ji derve têk birin û wiha got: “Piştî zêdebûna xeteriya şaneyên DAIŞê di nava kampa Holê de û li ser bingeha berpirsyariyên me yên mirovî ji bo parastina niştecihên kampê me dest pê kir.”

Herwiha Elî Hesen got, li pişt êrîşa li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê planeke mezin hebû. di navbera şaneyên veşartî yên li hundir û derveyê kampê.

Di berdewamiyê de Elî El Hesen destnîşan kir, serçekdarên DAIŞê yên van şaneyan bi rêve dibin de, koordîne heye. Desteka îstixibaratî, ewlehî û malî ji wan re tê pêşkêşkirin.”

Herî dawî Elî El-Hesen bang li welatê cîhanê bi taybet welatên ku hemwelatiyên wan di kampê de ne kir ku berpirsiyarên xwe bi cih bînin, da ku dosyaya van çekdaran were çareserkirin.