Rojava | SOHR: Milîsên Îranî li pist êrîsa Amerîka ne!

26 November 2022 17:58 0 dîtin
Rojava | SOHR: Milîsên Îranî li pist êrîsa Amerîka ne!

PeyamaKurd – Artêşa Amerîkayê îro Înê ragihand, 2 moşek li baregeheke Amerîkayê ya li Rojava ketine, lê moşekan tu ziyanê canî çênekirine û ziyan negihiştiye baregehê.

Di daxuyanîya ku di derbarê mijarê de hat belavkirin de hat destnîşankirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştgirîya wê dike, li herêma ku 2 moşek jê hatine lêkolîn kirine û li herêmê moşeka sêyem a ku nehat avêtin dîtine.

Baregeh li bajarokê Eş-Şeddadî yê girêdayî parêzgeha Hesekê ya Rojava ye.

Li aliyê din Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirova (SOHR) îro ragihand, milîsên Îranî yên ku di çarçoveya bandora Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne, li pişt êrîşa moşekî ya li ser baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ye.

SOHRê got, "Îranê bi sedan kes di qada desthilatdariya Rêveberiya Xweser de li rojhilatê Firatê kirine leşker."