SOHR: DAISê êrîsî Lîwaya El Qudis a milîsên Îranî kir: 24 kustî û birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê êrîşeke berfireh birine ser baregeh û navendê koma bi navê Lîwa El-Qudis a milîsên Îranê û tîma 17 ya hêzên rejîma Sûriyê.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di encama êrîşa DAIŞê ya li Çolistana El-Mesreb a rojavayê Dêrazorê pêk hatiye de, 24 leşkerên girêdiya hikûmeta Sûriyê hatine kuştin û birîndarkirin.
SOHRê diyar kiriye, di encama êrîşê de 7 leşkerên lîwa El-Qudis û tîma 17 hatine kuştin û 17 jî birîndar bûne ku di nexweşxaneya Dêrazorê ya leşkerî de têne dermankirin.
Herwiha hatiye ragihandin di navbera hêzên "Parastina Niştimanî û Lîwaya El-Qudis" û çekdarên DAIŞê li herêma Cebel El-Beşrî ya başûrê rojavayê Dêrazorê şer derketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin