SOHR | Saneyên DAISê êrîsî Reqayê kir: 10 kustî…

08 August 2023 17:50 0 dîtin
SOHR | Saneyên DAISê êrîsî Reqayê kir: 10 kustî…

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarokê Meadan Etîq ê gundewarê parêzgeha Reqa ya Sûriyê, di encama êrîşa çekdarên DAIŞê de 10 leşker ji hêzên rêjîma Sûriyê hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku endamên şaneyên razayî yên DAIŞê şeva borî êrîşî ser xalên rêjîma Sûriyê li bajarokê Meadan Etîq kirin û di encamê de 10 keşker hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.

SOHRê daye xuyakirin, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.

Herwiha çekdarên DAIŞê ji bo çend demjimêran cihên armanckirî kontrol kirin, piştî ku ew dever şewitandin jî vekişiyan.

Hêjayî gotinê ye, rejîma Sûriyê di payîza sala 2017an de bajarokê Meadan a li rojhilatê Reqayê kontrol kiribû, lê hê jî êrîşên DAIŞê li gelek herêmên kontorlkirî dewam dikin û tenê di sala 2023yan de li gundewarên Sûriyê 379 kes hatine kuştin.