SOHR: DAISê hevdem êrîsî hêzên rejîmê û HSDê kir
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê hevdem êrîş birine ser xalên hêzên rejîma Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk.
Li gorî SOHRê çekdarên DAIŞê li gundewarên rojavayê Dêrazorê bi çekên giran û teqemeniyên RPG êrîşî xaleke HSDê kir ku derbarê ziyanan de agahî nehatin belavkirin.
SOHRê daye xuyakirin ku çekdarên DAIŞê hevdem êrîşî leşkerên rejîmê jî kirine û di êrîşa li Xutaya Rojhilat de 2 leşkerên sûrî hatine kuştin.
Hatiye diyarkirin ku li Hûmsê jî di encama êrîşeke din de 3 kes hatine kuştin.
Dîsa li gorî SOHRê ji destpêka meha Sibatê ve 12 endamên hêzên Asayîşa Rojava û HSDê di êrîşên terorîstên DAIŞê de can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin