SOHR: Di êrîsa asmanî de 4 milîsên îranî hatin kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku doh 11ê Cotmehê êvarê êrîşeke asmanî li herêma Bûkemal a Sûriyê li ser milîsên çekdar ên Îranê hatiye kirin.
SOHRê daye zanîn, 4 endamên komên alîgirên Îranê di êrîşa asmanî ya bi balafireke bêmirov ya nenas de hatine kuştin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku êrîş li dijî binkeyên milîsên îranî yên li herêma Bûkemal a nêzî sînorê Sûriye-Iraqê li rojhilatê Dêrazorê pêk hatiye.
SOHRê herwiha doh jî ragihandibû ku li herêma Bûkemal a nêzî sînorê Sûriye-Iraqê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, li herêmên di bin kontrola komên alîgirên Îranê de teqînên mezin çêbûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin