Amerîkayê, di derbarê Prigojin de daxuyanî da
PeyamaKurd- Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre ragihand ku ew zêdetir pê bawer in ku damezirînerê koma çeteyên Rusî Wagnerê Yevgeniy Prigojin, di 23yê Tebaxê de di ketina balafirê de jiyana xwe ji dest daye.
Karine Jean-Pierre, di civîna çapemeniyê ya rojane de rojev nirxand û bersiv da pirsên rojnamevanan.
Li ser pirsa rojnamevanekî ya“Gelo li ser sedema ketina balafira Prigojin tu daneyên nû bi dest ketin yan na? Jean-Pierre bersiv da got ku
"Di vê mijarê de nirxandineke me ya nû tuneye."
Jean-Pierre di dewama bersiva pirsê de got ku "Em her ku diçe bêhtir pêbawer dibin ku Prigojin di çarşema borî ango 23yê Tebaxê de di qezayeke balafirê de mir."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin