Amerîkayê derbarê ‘YPG, Tirkiye û Herêma Ewle’ de daxuyanî dan

16 April 2019 12:35 0 dîtin
Amerîkayê derbarê ‘YPG, Tirkiye û Herêma Ewle’ de daxuyanî dan

PeyamaKurd – Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîkayê yê Operasyonên Sûriyê Albay Rich Outzen, di konferansa ‘Zehmetiyên Hevkariyê Amerîka û Tirkiyê li Sûriyê’ ya li Weqfa Lêkolînên Siyasî, Aborî û Civakî (SETAD DC) bû û li wir gotarek pêkşêş kir. Outzen îdia kir ku çare ‘Herêma Ewle’ ye û divê YPG û çekên giran ji sînor werin derxistin

‘EM DÊ YPGê JI SÎNOR DERXIN’

Albay  Rich Outzen, “Eger em pratîka herêma ewle baş pêk bînin em dê Yekîneyên Parastine Gel (YPG) jî sînor derxin û çekên giran jî dê werin stendin.”

‘YPG ALAVEKE JI BO TÊKBIRINA DAIŞÊ’

Şêwirmendê amerîkî Outzen li ser têkiliya YPG û Amerîkayê jî axivî û got YPG alaveke ji bo têkbirina DAIŞê û tu kes naxwaze ku hevkariya Tirkiyê û Amerîkayê li herêmê têk biçe.

Outzen herweha destnîşan kir ku “Amerîka ji ber polîtîkayên xwe ji herêmê venakişe, bi tenê leşkerên xwe vedikişîne.”

‘JI BER ROJHILATÊ FIRATÊ RÊKEFTIN ÇÊNABE’

Outzenî da zanîn ku sedema serekî ya di navbera Amerîka û Tirkiye rojhilatê Firatê ye.

Albayê amerîkî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê li deverên ku ereb lê zêde ne hêzên ewlehiyê jî ji ereban pêk were û got di vê mijarê de Amerîka û Tirkiyê wek hev difikirin.

‘ÇARE, HERÊMA EWLE YE’

Outzen îtîrazan Tirkiye bi mentiqî dibîne û dibêje divê em guh bidin argumanan Tirkiye:

 “Tirkiye bi awayekî mentiqî li dijî hêzên YGê yên li ser sînor derdikeve. Dema em li tarîxa sînor, têkoşîna Tirkiyê ya bi salan li dijî PKKê û peywendiya YPG û PKKê binerin, divê em bi awayekî sempatîk l ivê argumanê binerin. Lê gelo pêwist e Tirkiye ji bo çareserkirina vê pirsê derxistina YPGê ji herêmê operasyoneke yekalî bide destpêkirin?

Bi ya min na çimkî herêma ewle ku em û gelek alî tînin zimana çareyeke ji bo vê pirsê. Eger em bi awayekî baş herêma ewle pêk bînin em dê YPGê ji sînorî derxin û çekên giran jî dê bihên derxistin.”